Hevdîtinên li ser referandom û serxwebûnê dest pê dikin
Li gorî agahiyên ku rayedarekî pilebilind ê Herêma Kurdistanê dane BasNewsê, serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên, dê wek nûnerê Barzanî sibê serdana bajarê Silêmaniyê bike û bi rayedarên YNK û Gorranê re hevdîtin bike.
Wî jêderî da zanîn, eger civîna han sibê ji ber rewşa hewayê neyê kirin dê bimîn roja şemiyê (23ê mehê).
Serok Barzanî beriya niha biryar dabû ji bo civandina partî û hêzên siyasî li ser referandom û serxwebûnê, nûnerê xwe bişîne ba wan.
Basnews
