• Sunday, 22 February 2026
logo

Kurdistanê bi tundî rexne li Amerîka girt: Ne lojîkî ye!

Kurdistanê bi tundî rexne li Amerîka girt: Ne lojîkî ye!
Amerîka wek serpireştê hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê Herêma Kurdistanê û nûnerê Pêşmerge bo civîna vê hevpeymaniyê venexwand û Kurdistanê jî nerazîbûna xwe li hember wê yekê nîşan da.

Biryar e welatên endamên hevpeymaniya navdewletiya li dijî DAIŞê li Washingtonê derbarê ‘qonaxa pêşerojê ya şerê rêxistina DAIŞê’ de bicivin.

Nûnerê Serokê Amerîka di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de, Brett McGurk di twittekê de li ser hesaba xwe ya di tora civakî ya Twitterê de ragihandiye: “Her 46 welatên hevpeymaniya yekgirtî, pabend in bi şerê li dijî DAIŞê di hemû astan de.”

Lê belê weke ku Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa aşkere kiriye, Herêma Kurdistanê û Hêza Pêşmerge bo wê civînê nehatine vexwandin.

Felah Mistefa rexne li Amerîka û hevpeymaniya navdewletî digire, ku nûnerê Hêza Pêşmerge û Herêma Kurdistanê bangî civîna hevpeymaniyê ya li Washingtonê nekirine.

Felah Mistefa di bin twittera McGurk de bi 2 twittan nerazîbûna tund a Herêma Kurdistanê li hember wê core serederiya hevpeymaniyê li gel Kurdistanê û Hêza Pêşmerge aniye ziman.

Mistefa ji McGurk re radigihîne: “Bret McGrk, Herêma Kurdistanê hevpeymanê eniya pêş a şerê li dijî DAIŞê ye, lê belê li gel wê çendê jî bo vê civîna giring nehatiye vexwandin. Pêwîst e Pêşmerge di vê civînê de nûnerê xwe hebe.”

Mistefa herwiha di twitteke din de dibêje: “Ne lojîkî ye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo civîna Hevpeymaniyê ya li Amerîka nehatiye vexwandin, di demekê de ku di eniya herî pêş a şeêr li dijî DAIŞê de ye û 1.8 milyon awareyên Iraqî û koçberên din jî li xwe girtiye.”

Rudaw
Top