• Sunday, 22 February 2026
logo

Serokwezîr Barzanî û Yildirim hevdîtinek telefonî pêkanîn

Serokwezîr Barzanî û Yildirim hevdîtinek telefonî pêkanîn
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Neçirvan Barzanî, bi peyvendiyeke telefonî ve serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim ji ber wezîfegirtina wî ya nû pîroz kir.

Çavkaniyên serokwezîrtiya Tirkiyê diyarkirin ku, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan barzanî ji ber erka wî ya nû, bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim re hevdîtinek pêk anî. Barzanî ji ber vê erkê Yildirim pîroz kiriye û Yildirim jî spasiya xwe ji bo Barzanî aniye ziman.

Li gorî heman çavkaniyan her du serokwezîran derbarê ‘têkoşîna dijterorê', pirsgirêkên aborî û siyasî de nêrînên hevbeş anîne ziman û li ser xurtkirina pêwendiyên di navbera Hewlêr û Enqereyê de sekinîne.

Herwaha hat zanîn ji ber teqîna li balefirgeha Ataturk a Stenbolê de jî Barzanî serxweşiya xwe arastey, serokwezîrê Tirkiyê kir û hevxemiya xwe anî ziman.

Basnews
Top