• Sunday, 21 June 2026
logo

Mesrûr Barzanî cejna Remezanê li Kurdistaniyan pîroz kir

Mesrûr Barzanî cejna Remezanê li Kurdistaniyan pîroz kir
Şêwirmendê Encumena Asayişê ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi helkefta cejna Remezanê peyamek belav kir û ragihand, divê em berjewendiyên xwe yên netewî û niştimanî bixin pêşiya berjewendiyên din.

Lêjneya Dîtina Hîvê ya Kurdistanê duh ragihandibû, yekemîn roja cejna Remezanê, roja çarşemê (sibê) ye.

Mesrûr Barzanî jî bi helkefta cejna Remezanê, li ser rûpela xwe ya facebookê peyamek belav kir û cejna Remezanê li malbatên şehîdan, Pêşmerge, karmendên asayişê û polîs, misilmanên Kurdistan û cîhanê pîroz kir.

Peyama Mesrûr Barzanî ev e:

“Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan,
Ez bi helkefta cejna Remezana pîroz, pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan, pêşmergeyên qehreman, karmendên Encumena Asayişê, dezgehên asayiş, polîs û misilmanên Kurdistan û cîhanê dikim. Ez ji Xwedayê mezin dixwazim rojî û îbadetên misilmanan di meha pîroz a Remezanê de, qebûl bike û canê tevahiya wan qehremanan biparêze ku di çepera parastina Kurdistanê de ne û şehîdên me jî bi bihiştê şa bike û şifayê bide birîndarên me.
Ez hêvîdar im ev cejn, bibe sebeba xurtbûna giyanê biratî û hevkariyê her wiha bibe sebeba avêtina pêngavên baş ji bo destkeftên zêde. Firsend û pêşhatên niha ji me dixwazin ku em berjewendiyên xwe yên netewî û niştimanî bixin pêşiya berjewendiyên din da ku jiyaneke hêja û bi rûmet ji tevahiya welatiyên Kurdistanê re were dabînkirin û em bigihên wê derê, ku diviyabû 100 sal berê em gihîştibana wir. Ez her wiha hêvîdar im ev cejn bibe destpêka nemana şer û aloziyê li deverê.”

Basnews
Top