• Sunday, 21 June 2026
logo

Peyama pîrozbahiya Serok Barzanî ya ji bo cejna Remezana pîroz

Peyama pîrozbahiya Serok Barzanî ya ji bo cejna Remezana pîroz
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo hatina cejna Remezana pîroz germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî hemû misilmanên Kurdistanê bi taybetî û Iraq û cîhanê bi giştî dikim.

Pîrozbahiyeke germ li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê û her wiha hemû karmendên dezgehên emniyên Kurdistanê dikim.

Li vê helkefta pîroz da carekî din tekez li ser naveroka peyama xwe ya ji bo Partî û aliyên siyasî ya li 23.06.2016 dikim û hêvîdarim piştî cejnê partî û aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê bicivin û li ser referandum û peywendiya Herêma Kurdistan û Bexdayê de bigihin komdengiyekî niştîmanî û di derbarê rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê de jî çareseriyek peyda bikin.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim ku rojî û îbadeta meha pîroza Remezanê li hemû misilmanan qebul kiribe û pişt û penaya Pêşmergeyên me yên qehreman bê û gelê me jî bigihe wê hêviya xwe ku li bendê ye û dawî bi hemû nexweşiyan bê.


Mesûd Barzanî
30 Remezan 1437 Koçî
05.07.2016

Top