• Sunday, 21 June 2026
logo

Rojhilat – Li Xoyê 12 kes ji ber teqîna tûpa gazê mirin

Rojhilat – Li Xoyê 12 kes ji ber teqîna tûpa gazê mirin
Li gundekî bajarê Xoy yê Kurdistana Rojhilat, 12 kes ji ber teqîna tûpa gazê jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.

Hefteya borî, li gundê Şorîkê yê bajarê Xoyê, ji ber teqîna tûpa gazê 24 kes birîndar bibûn, birîndar rakiribûn nexweşxaneyên bajarên Xoy, Tehran, Îsfehan û Tewrêzê.

Li gorî agahiyan, hinek birîndarên wê bûyerê rojekî piştî bûyerê jiyana xwe ji dest dabûn çend birîndarên din jî di nav çend rojên borî de jiyana xwe ji dest dan, bi giştî heta niha 12 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Tê gotin ku 12 birîndarên din jî tên dermankirin lê rewşa hinek ji wan jî baş nîne lewma tirsa wê heye hejmara miriyan zêde bibe.

Welatiyekî devera Kotolê ya Kurdistana Rojhilat, ku ji bo kar çûbû gundê Şorîkê û ji tirsa dewletê nexwest navê wî were eşkerekirin, ji BasNewsê re got, hejmara mirî û birîndarên wê bûyerê zêde ye lê rayedarên dewleta Îranê rastiyê nabêjin.

Gundê Şorîkê gundekî azeriyan e û dikeve başûrê bajarê Xoyê. Nifûsa gund derdora 500 kesî ye.

Basnews
Top