• Monday, 22 June 2026
logo

“Şervanên PJAKê êrişî pêşmergeyên PDKÎ kirin!”

“Şervanên PJAKê êrişî pêşmergeyên PDKÎ kirin!”
Tê gotin ku şervanên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), ku qanatê PKKê yê Rojhilat e, êrişî pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) kirine.

Di malpera civakî ya Facebookê de hinek kesan îdia kirine ku li nêzîkî gundekî bajarê Mehabadê yê Kurdistana Rojhilat, tîmeke PJAKê êrişî pêşmergeyên PDKÎ kirine û 4 pêşmerge birîndar kirine.

Endamê kordînasyona PJAKê, Amed Şaho li ser wê bûyerê ji medyaya YNKê re gotiye, hêzên me tiştekî wisa nakin, ew karê Îranê ye çimkî Îranê gelek komên çekdar bi kincên gerîlayên me şandiye çiyê.

Endamê Polîtburoya PDKÎ, Kawe Behramî jî li ser wê bûyerê ji BasNewsê re got, me jî tenê bihîstiye û ti tiştekî fermî negihîştiye destê me li ser wê bûyerê.

Basnews
Top