• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Kirmaşanê di pevçûnekê de sê pasdar hatin kuştin

Li Kirmaşanê di pevçûnekê de sê pasdar hatin kuştin
Duh 01.07.2016ê li bajarê Selasa Bawecanî ku dikeva ser parêzgeha Kirmaşanê di encama şer û pevçûnekê navber sipaha pasdaran û gerîllayên PJAKê de sê pasdar hatin kuştin.

Vê derbarê de li gor agahiyên malpera roja kurd; ew şer û pevçûn li çiyayê Rêze pêkhatiye ku dikeve navber dû bajarên Selas Bawecanî û Ciwanro yê û di encama wî şer û pevçûnê de jî sê pasdarên xelkê Qişlax û Kirmaşanê hatin kuştin û gerîllayek PJAKê jî şehît ketiye.

Tê gotin termê wî gerîllayê PJAKê ketiye dest sipaha pasdaran û birine bajarê Ciwanroyê.

Derbarê kuştina wa sê pasdaran û gerîllayê şehît de heta naha tu hurkarî nehatine belav kirin.

Basnews
Top