Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva Hisên Selamî da
Alîkarê fermandeyê giştî yê pasdarên Îranê, Husên Selamî duh, behsa şerê vê dawiyê yê pasdarên Îranê û pêşmergeyên Rojhilatî kiribû û gefa “wêrankirinê” li Herêma Kurdistanê xwaribû. Îran dibêje, pêşmergeyên Rojhilatî ji Başûr ve êrişî hêzên me dikin!
Li hember vê yekê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro di daxuyaniyeke nivîskî de bersiva wî rayedarê pasdarên Îranê da û ragihand û got: "Em bi tundî wan tehdîdan red dikin ji ber ku, Herêma Kurdistanê herm dem hewl daye cîrantiyek baş bi Îranê re bike."
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku, sûda wan tehdîdan ji bo peywendiyên her du aliyan nîne ji ber wê jî nabe bi ti awayî zimanekî wiha tûj li hember Herêma Kurdistanê were bikaranîn.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dawiya daxuyaniyê de ragihandiye ku, Herêma Kurdistanê ti carî nexwestiye û naxwaze xaka Başûr bibe çavkaniya êrişên li ser Îranê yan welatên din ên cîran.
K24
