Ereban bang kir: Bila Kurd Mûsilê bigirin
Bi zêdebûna gotegotên derbarê destpêkirina operasyona rizgarkirina Mûsilê, erebên vê parêzgehê dixwazin Herêma Kurdistanê roleke sereke di şerê girtina Mûsilê de bibîne û Hêzên Pêşmerge tevlî şerê Mûsilê bibin.
Eşîrên Ereb ên sînorê parêzgeha Mûsilê daxwaz dikin, Hêza Pêşmerge wek hêzeke sereke beşdarî şerê Mûsilê bike û dibêjin: “Pêşmerge di şer de mal û mulk û jiyana welatiyên sivîl diparêzin.”
Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ragihand, ku niha Hêzên Pêşmerge bo şerê Mûsilê amade ye.
Wezareta Pêşmerge destnîşan kir, ku niha 13 yekîneyên îdarî yên parêzgeha Mûsilê di jêr kontrola Hêzên Pêşmerge de ne û li cihên ku pêşmerge tê de desthilatdar e welatiyên Ereb gazindan nakin û dibêjin: “Pêşmerge hêza parastina xelkê sivîl e.”
Rudaw
