Brîtanya çek dide pêşmerge
Wezîrê Berevaniya Brîtanyayê Michael Fallon ragihand ku bi armanca hevkariya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, hikûmetê biryar daye bi nirxê milyonek 400 hezar paund (milyonek 900 hezar dolarê Amerîkî) çek û teqemenî dibe.
Fallon balkêşa ser şerê DAIŞ’ê jî û got:
“Hêzên Iraqî bi tevê gef û êrîşên rêxistina terorîstî yê DAIŞ’ê jî hê jî dikarin operasyonan bikin û navçeyên dagirkirî rizgar bikin.”
Ji aliyê din ve, malpera Wezareta Berevaniya Brîtanyayê ragihand ku wê Brîtanya bi armanca perwerdekirina Artêşa Iraqê, 50 pisporên din ên leşkerî bişîne Baregaha el-Esed a li rojavayê Iraqê.
Piştî destpêkirina şerê DAIŞ’ê Brîtanyayê jî di Hevpeymaniya Li Dijî DAIŞ’ê de cîh girt û bi firokeyan piştgiriya esmanî dide Hêzên Pêşmerge.
Herwiha çendin car car berpirsên vî welatî soza alîkariya çek û teqemenî dan bo Hêzên Pêşmerge.
Li gel vê yekê, li Iraq û Herêma Kurdistanê nêzîkê hezar û 150 şêwirmendên leşkerî yên Brîtanyayê hene ku perwerdeya leşkerî didin Hêzên Pêşmerge û leşkerên Artêşa Iraqê.
Rudaw
