• Sunday, 22 February 2026
logo

Ebadî hoşdarîyê dide Turkîyayê

Ebadî hoşdarîyê dide Turkîyayê
Serok wezî rê Îraqê Heyder Ebdaî hoşdarîyê dide Turkîyayê ku pişkdarî ya Turkîyayê li şerrê rizgarkirin a Mûsilê dibe eger a şerrek a mezin.

Ebdaî di çavêkevtinek a telefizyûnî de, hoşdarîyê dide ji pişkdarîkirin a Turkîyayê li operasyûn a rizgarkirin a Mûsilê û dibêje nabe Turkîya pişkdar bibe û bi vajî ya evê yekê şerrek ê mezin dê çê be, bê ku hûrkarî yên zêdetir aşkera bike.

Mêdya yê Turkîyayê bi giringî ve ev nûçe belavkirine û ragehandine ku Ebadî gefan li Turkîyayê dike.

Herweha Ebdadî got: Turkîyayê çav li ser Mûsile, ku destwerdan a Enqereyê li Mûsil û deverê, zemîneyê xweş dike bo şerrek a mezin û hinek welat ên hevsû yên Îraqê tuhmetbakirin bi wê yekê ku rê xweşkirine bo encamdan a kardar ê teroristî li Îraqê.

Mêdya yên Turkîyayê axivtin ên Nûrî Malîkî jî belavkirine ku gotibû teqîn ên xwekujî yên Istanbolê encamek a suriştîye.

Malîk di hijmarte ya xwe de li Twîterê, sera şermezarkirin a teqîn ên xwekujî li Istanbolê ragehand ku teqîn bi eger a vekirin a derî bo girûp ên tundrew û terorsit, encmaek a suriştîye.

K24
Top