Hêzên Êzdîxan: çpeywendiya me bi Bexdayê re tuneye
Hêzên Parastina Êzdîxanê ku hêzekê Kurdên Êzidî ye û ji bo parastina navçeyên Şingalê hatiye avakirin, radigihînin ku ti pêwendiya wan li gel Bexdayê nîne û emade ne ji bo parastina Şingal û navçeyên wê, li gel Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hemahengiyê bikin.
Di nava vê hêzî de nêzîkê 7 hezar keç û xortên Kurdên Êzidî hene û ew dibêjin amade ne parastina navçeyên xwe bikin.
Fermandarê Hêzên Parastina Êzdîxanê Heyder Şeşo jî wiha dibêje:
“Pêwendiya me ne bi Hewlêrê re û ne jî Bexdayê re heye. Ji ber ku em bixwe xerc û lêçûna xwe dikin.”
Rudaw
