Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Macarîstan li Iraqê kir
Li hevdîtinê de Balyozê Macarîstanê li Iraqê ku dawî bi erkê wî hatiye û ji bo malavayî û xatir xwestinê serdana Serok Barzanî kiribû, silavên Serok û Serok Wezîrê Macarîstanê bi Serok Barzanî gihand û xweşhaliya xwe bi berev pêşveçûna peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê xwe nîşanda û ragihand ku bingeheke bi hêz ya dostayetî û peywendiya li warê dîplomasî û serbazî û aborî li asta bilinda her dû aliyan da pêkhatiye. Her wiha balkişand li ser dîrok û xebata gelê xwe û wê yekê xisterû ku nêzîkbûneke zêde li navbera têkoşîn û xebata gelê Kurdistanê û gelê Macarîstanê de heye.
Balyozê Macarîstanê rola Serok Barzanî ya li serkirdayetîkirina gelê Kurdistanê li qonaxên dijwar de bilind nirxand û ragihand ku gelê Macarîstanê bi sedema xebat û rola Serok Barzanî li maf û daxwaziyên gelê Kurdistanê gihîştiye û cîhan jî her bi sedema Serok Barzanî ve li metirsiyên terorîstan ya ser mirovayetiyê gihîştiye. Tekez jî li berdewamiya piştevaniya welatê xwe ya ji bo gelê Kurdistanê kir û wê yekê xisterû ku gelek geşbîne bi paşaroja gelê Kurdistanê li navçeyê da.
Li beranber da Serok Barzanî spasî gel û Serok û Serok Wezîrê Macarîstanê kir û rizamendî û xweşhaliya xwe jî ji bo berfirehtir kirina dostayetî û peywendiya di navbera her dû aliyan nîşan da û pêzanînên xwe jî ji bo rola Balyozê Macarîstanê li kûrtirkirina dostayetî û peywendiyan hebû û eve jî dûpatkir ku gelê Kurdistanê wan dostan ji bîr nake ku li rojên teng da hevkar û yarmetîder bûne. Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji bo Balyozê Macarîstanê xwest û ragihand Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Balyozê nû yê Macarîstanê hevkar û hemaheng dibê.
