Nûnerê PDKê li Enqerê: Îran, PKK û Gorran û YNKê ji xwe re bikar tîne!
Omer Mîranî ji ajansa Anadolu ya Tirkiyê re gotiye, YNK bi veşartî PKKê li Silêmaniyê bicîh dike lê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî rê nade vê yekê ji ber ku eger tiştekî wisa biqewime wê çaxê “xetera herî mezin tê ser me!”
Mîranê derheqê wan gotegotên ku dibêjin PKK ji tirsa êrişên Tirkiyê, kampên xwe vediguheze Silêmaniyê de jî got, divê hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşiya vê yekê bigire û nehêle PKK li Silêmaniyê bicîh bibe.
Li gorî nûnerê PDKê li Tirkiyê, PKK li dijî referandom û serxwebûna Herêma Kurdistanê ye çimkî PKK li dijî dewleta kurdî li Iraqê ye.
Omer Mîranî li ser siyaseta Îranê li hember hêzên kurdî jî axivî û got, Îranê ji bona ku pêla guhertinên Rojhilata Navîn negihîje wê, PKK û YNK û Gorranê bikar tîne û dixwaze bi destê wan, li welatên din alzoyê derxîne. Lê herî zêde kurd ji van şer û aloziyan zirar dibînin.
Basnews
