• Sunday, 22 February 2026
logo

Serokwezîr Barzanî nerazîbûna xwe li hember êrişên Îranê nîşan da

Serokwezîr Barzanî nerazîbûna xwe li hember êrişên Îranê nîşan da
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî nîgeranî û nerazîbûna xwe li hember topbarana deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Îranê ve nîşan da.

Malpera fermî ya Hikûmeta Kurdistanê ragihand, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî îro danê sibê li Hewlêrê pêşwazî li şandeke pilebilind a Îranê kiriye û bi wan re li ser bûyer û aloziyên vê dawiyê yên li ser sînorê Rojhilat û Başûr gotûbêj kiriye.

Li gorî malperê, Serokwezîr Barzanî nîgeranî û xemgîniya xwe li hember topbarana deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Îranê ve, ji şanda Îranî re aniye ziman.

Di nûçeyê de her wiha hatiye gotin ku her du aliyan li ser wê yekê têkest kirine ku nabe ti bûyerek ziyanê li peywendiyên dîrokî û qedîm ên Herêma Kurdistanê û Îranê bide û divê her du alî pêşiya wan bûyeran bigirin.

Di nûçeyê de ti agahiyek li ser erk û nasnameya endamên şanda Îranî nehatiye dayîn.

Roja 26ê vê mehê, artêşa Îranê bi hêceta hebûna pêşmergeyên Rojhilatî, deverên Sîdekan û Hacî Omeranê yên Herêma Kurdistanê da ber topan. Di encama wê topbaranê de, 5 welatiyên Başûrî birîndar bûn, 10 gund hatin valakirin, bi sedan donim erd û zeviyên xelkê şewitîn û ziyanek mezin li cotkaran ket.

Basnews
Top