• Sunday, 22 February 2026
logo

D. Elî Qeredaxî hewla navbeyn karîyê di navbera PKKê û Tirkîyê da dike

D. Elî Qeredaxî hewla navbeyn karîyê di navbera PKKê û Tirkîyê da dike
Emîndarê giştî yê Yekîtîya cîhanîya zanayên Misilman D. Elî Qeredaxî ragîhand; ew niha hewla wê yekê daye, şerî dinavbera partîya karkerên Kurdistanê û dewleta Tirkîyê da bê ragirtin,

Qeredaxî di ragîhandinekê da, da zanîn, ew ji nêzîkve çavdêrîya rewşa Tirkîyê dike û şerê navbera PKKê û Tirkîyê ku li havîna sala borî destpêkirîye , ew dilgiran kirîye, ji berku xuna gelek mirovên bê tawan hatîye rijandin, jêrxana aborîya bakurê Kurdistanê û gelek nawçeyên din yên Tirkîyê jî hat herifandin.

Qeredaxî got: ew hewl dike, li destpêkê şer di navbera PKKê û Tirkîyê bê rawestandin, paşê danustandin bi awayekê ciddî dest pêbikin û bi zelalî behsa kêşeyan bê kirin.

Got jî: karê wî yê bi sanehî nabe û divê herdu alîyan nîyazeka baş hebe.

War.tv
Top