• Sunday, 22 February 2026
logo

John Kerry: YE bêyî Brîtanya jî xwedan aboriyek bihêze

John Kerry: YE bêyî Brîtanya jî xwedan aboriyek bihêze
Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerryderbarê cudabûna Brîtanya ji Yekîtiya Ewropa (EY) ragehand ku YE bêyî Brîtanya xwedî aboriyek bihêze.

Kerry bi mebesta kombûnê ligel Wezîrê Derve yê Îtalya Pawlo Kîntîlonî û Serokwezîrê Israîl Biyamîn Natanyaho serdana bajarê Roma kir û ligel wevtakê xwe civiya.

Civîn li mêvanxaneya Miyavar li bajarê Roma encamda û mijarên biryara cudabûna Brîtanya ji Yekîtiya Ewropa, Sûriyê, Iraq û Lîbya û lûtkeya NATO ku biryare di 8 û 9 meha Temûza bê de wê li bajarê Warso lidarkeve.

John Kerry got: “YE bêyî Brîtanya jî, xwedan 449 milyon kese û xwedî aboriyek bihêze.”

Wezîrê Derve yê Amerîka amje bi wê yekê kirk u bi mebesta têgihştin li bîr û baweriyê îdareya Lendin û Broksel û herwiha cûnîtiya qonaxa cudabûna Brîtanya wê sibe serdana welatê Belçîka bike.”

Basnews
Top