Îsraîl: Me û Tirkiyê li hev kir
Bo asayîkirina pêwendiyên navbera Îsraîl û Tirkiyê, li paytexta Îtalya bajarê Romayê hevdîtinên giring pêk tên.
Ajansa Reutersê ji zarê rayedareke Îsraîlî ve ragihand, ku Îsraîl û Tirkiyê bo asayîkirina têkiliyên du alî li hev hatine.
Li gorî zanyariyên ji Reutrsê, rêkevtina navbera her du welatan, dê roja duşemiyê bi fermî were ragihandin.
Şêwirmendê Wezareta Derve a Tirkiyê Feridun Sinirlioglu û nûnerê taybet ê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li Romayê derbarê pêwendiyên navebra her du welatan de bi hev re hevdîtin pêk anîn.
Derbarê wê mijarê de rayedarên Tirkiyê hêj ti agahî nedane.
Rudaw
