• Sunday, 22 February 2026
logo

Îran Başûrê Kurdistanê topbaran dike: 4 birîndar

Îran Başûrê Kurdistanê topbaran dike: 4 birîndar
Hêzên Komara Îslamî ya Îranê devera Sîdekan û Hacî Omeran li Başûrê Kurdistanê didine ber topbaranê.

Di encama topbaranê de 4 sivîl birîndar bûne.

Li gorî agahiyên peymanêrê Rûdawê li bajarokê Soran yê parêzgeha Hewlêrê, hêzên Îranê bi hênceta hebûna Pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) bi top û helîkopteran êrîşî devera Sîdekan dike.

Rêvebirê Tendirustiya Qezaya Çoman a Hewlêrê, Dr. Kenan Kenabî ji Rûdawê re aşkere kir ku îro bi topbaranê Komara Îslamî 2 zarok, jin û zilamek birîndar bûne.

Birînên wan sivîlan ne giran in.

Ji ber topbaranê ku sibejê destpêkir agir bi daristanê sînorî ketiye. Herwiha gelê gundên Sîdekan ji mal û milkê xwe diterikînin.

Devera Sîdekan ji par ve ji aliyê firokeyên şer ên Tirkiyê ve jî tê bordûmankirin.


Ji 15ê Hezîranê ve li deverên Şino, Pîranşar, Mehabad û Serdeşt ên Rojhilatê Kurdistanê şer û pevçûn di navbera Pêşmergeyên PDKÎyê û Artêşa Pasevanên Şoreşa Îslamî ya Îranê de derdikeve.

Rudaw
Top