'Pêşketina peyvendiyên Îsraîl û Herêma Kurdistanê ji bo me pir giringe'
Piştî 6 salan cara yekem, ji Îsraîlê rayedarekê bo civîneke fermî hat Stenbolê. Parlamentera Partiya Yekîtiya Siyonîst a Îsraîlê Ksenîa Svetlova, piştî civîna ku, tê de qala safîkirina kêşeyên Tirkiye û Îsraîlê hat kirin, bersiv da pirsên Kurdistan24'ê. Svetlova der barê referandûma serxwebûna bo Kurdistanê de qala helwesta Îsraîlê kir.
Derbarê vê babetê de Parlamentera Partiya Yekîtiya Siyonîst a Îsraîlê Ksenîa Svetlova wiha got: "Helwesta Îsraîlê, bo herêma Kurdistanê erênî ye. Hêzdarbûn û pêşketina têkiliya Kurdistan û Îsraîlê ji bo me, her tim gelek girîng e. Di navbera Îsraîl û Kurdistanê de têkiliyên baş hene. Ji Kurdistana Iraqê û ji Kurdistana Sûriyê, gelek kes hatin ba min û mêvanên min bûn. Min bixwe di navbera parlamenterên Îsraîlî de bo Kurdistanê kar kir. Me serkeftina têkiliyên her du neteweyan, ji xwe re kir armanc. Her wiha der barê serxwebûnê de, ji bo cihêbûnê yan jî bihevrebûnê dê miletê Kurdistanê biryarê bide."
Parlamentera Îsraîlî da zanîn ku, têkiliya wan digel malbata Barzaniyan dîrokî ye. Her wiha wek aborî û siyasî têkiliya wan roj bi roj dê xurttir bibe.
Derbarê vê yekê de jî Parlamentera Partiya Yekîtiya Siyonîst a Îsraîlê Ksenîa Svetlova wiha axifî:"Di navbera Barzanî û Îsraîlê de hevdîtin tên kirin. Ez nikarim bêjim tune ye. Bi taybetî bazirganî û li ser gelek mijaran di navbera Kurdistan û Îsraîlê de têkilî hene. Bi ya min ev gelek baş e. Li Kurdistanê em çûbûn serdana weqfa wezaretekê. Wan jî hatin serdana me û daxwaza aştiyê kirin."
Li gor Svetlova, rewşa Iraqê gelek xerab e. Lê Kurd li Rojhilata Navîn pêş dikeve. Pêwistiya Îsraîlê bi hevalbedan heye. Îsraîl amade ye ku, tecrûbeyên xwe yên dewletî bi Kurdistanê re parve bike.
Basnews
