• Sunday, 22 February 2026
logo

PETROL - Herêma Kurdistanê boriya duyem dikêşe

PETROL - Herêma Kurdistanê boriya duyem dikêşe
Herêma Kurdistanê piştî boriya bi ser Tirkiyê re petrolê digihîne bazarên cîhanî, dê bi Îranê re boriyeke duyem ava bike.

Nûnerê Herêma Kurdistanê li Tehrana paytextê Îranê, Nazim Debax ji Rûdawê re aşkere kir ku Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê û Wezareta Petrolê ya Îranê meha Nîsanê li ser îmzekirina rêkeftineke derbarê xeta boriyê li hev kiribûn.

Debax got biryar nehatiye dayîn kengî îmze bêne avêtin lê ew pêşbînî dike piştî meha Remezanê rêkeftina boriyê bê îmzekirin.

Tekane boriya ku petrola Başûrê Kurdistanê vediguhezîne bazarên cîhanî bi ser Tirkiyê re ye ku dikare rojane 750 hezar bermîl petrol bişîne Bendera Ceyhanê ya ser Deryaya Spî.

Boriya ku dê digel Îranê bê danîn dê karibe rojane 250 hezar bermîl petrolê veguhezîne.

Berpirsekî Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê, Teha Zengene ji kenala Elcezîre ya Qeterî re ragihand ku kêşana boriyê ji aliyê teknîkî ve hatiye hatiye amadekirin lê ji hêla siyasî û bazirganî ve hê gelek mijar mane bêne giftûgokirin.

Zengene herwiha got piştî meha Remezanê şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo îmzekirina rêkeftinê dê serdana Tehranê bike.

Başûrê Kurdistanê niha mehane 513 hezar bermîl petrolê dişîne bazarên rojava û wirdetir. Bi vekirina boriya digel Îranê, Herêma Kurdistanê dixwaze berê petrola xwe bi taybet bide bazarên Asyayê jî.

Li gorî Debax gotî lêçûna derfirotina petrolê bi ser Îranê re kêmtir e.

Ji Herêma Kurdistanê niha rojane 400 ta 500 tankerên petrolê diçine Îranê.

Rudaw
Top