• Sunday, 22 February 2026
logo

Ji Nuceyfî bo YNKê û Gorran: Li gel PDKê bin û dûbendiyê ava nekin

Ji Nuceyfî bo YNKê û Gorran: Li gel PDKê bin û dûbendiyê ava nekin
Serokê hevpeymaniya Mutehîdûn, hêvî dixwaze ji bo fraksiyonên Kurdistanê ku dubendî nekeve nava wan û daxwaz li YNKê û Gorran kir, li gel PDKê bin û di peyvendiyên xwe yên li gel Bexdayê de yek helwêst bin.

Duh êvari şandeya hevbeş a YNKê û Tevgera Gorran serdana Bexdayê kir û serdana serokê berê yê parlamentoya Iraqê û serokê hevpeymaniya Mutehîdûn Usame Nuceyfî kir.

Buroya Nuceyfî derbarê serdana şandeya YNKê û Gorran de ragehand: ‘’Destpêka civînê de serokê şandeyê Ala Talabanî ragehandiye, ku rêkeftina navbera Gorran û YNKê tu aliyekê nake armanc û dixwazin li gel hikûmeta federal peyvendiyên xwe baş bikin, ku pirsgirêk bên çareser kirin û bi taybetî jî pirsgirêkên aborî.’’

Herwaha daxwaz ji Nuceyfî hatiye kirin, ji ber ku kesekî bi bandore di qada siyasî ya Iraqê de, alîkarî û şêwirmendî bike çareserkirina pirsgirêkan.

Ji aliyê xwe ve serokê hevpeymaniya Mutehîdûn Usame Nuceyfî hêvî xwestiye ku fraksiyonên Kurdistanê dubendiyê jiyan nekin û pêwîst jî zaniye û gotiye li gel birayên xwe yên PDKê li gel yek bin, herwaha peyvendiyên xwe li gel Bexdayê de jî yek helwêst bin.

Herwaha diyar kiriye, ku piştgiriya daxwazên rewa dike, ku hemahengin li gel destûr û yasa û wê li gel tu rêkarekî de jî nebin ku hemwelatiyên herêma Kurdistanê zerer û ziyan jê bibîne, wek birîna mûçe û mafên din.

Basnews
Top