Platforma Demokrasiyê ji PKK û dewletê xwest ku şer rawestînin
Platforma ku ji saziyên sivîl yên Diyarbekirê pêk tên roja (25.06.2016) saet li 17.30ê li navçeya Yenîşehîrê li ber derê AZC Plazayê çalakiyek li dar xist. Ji ber çalakiyê hêzên ewlekariya Tirkiyê li derdorê çalakigeran tedbîrên ewlekariyê standin.
Li ser navê Platformê di daxuyaniya ku hate dayîn de wiha hate gotin: “Bi awayeke plankirî mirovên me têne kuştin, bi balafirên şer gund û bajarên me têne wêrankirin, xweza tê jinavbirin. Divê herdu ali demildest destên xwe ji ser tetîkan rakin û dest bi guftûgoyan bikin.”
K24
