Tirkmen pêşwaziyê li civîna Barzanî dikin
Serokê partiya çaksaziya pêşketî ya Tirkmenan Ebdulqadir Bazirganî ji BAsNewsê re ragehand: ‘’Em amadene ji bo civîna Barzanî ya hêz û aliyên siyasî. Armanca beşdarbûna me ji bo berjewendiyên gelê Kurdistanê ye û pêngavên me bo qonaxeke nû li karên siyasî li Kurdistanê ye. Li gor me di vê qonaxê de pêwîstiya me bi yek dengî û yek helwêstiyê heye.’’
Êvara roja pênçşemê 23.06.2016ê serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di peyama xwe de daxwaz ji hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê kir, civîneke taybet bi armanca gotûbêj kirin li ser pirsa referandomê pêkbînin.
Basnews
