Di şerê Minbicê de 458 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
Li gor raporta rêxistina Rewangeha mafê mirov a Sûriyê ku îro 25.06.2016ê hatiye belavkirin, ji destpêka helmeta rizgarkirina Minbicê heta naha 458 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Hêzên Sûriye ya Demokratîk bi alîkariya hêzên hevpeymaniya navnetewî ve, li hember DAIŞê karîne biçin navenda bajarê Minbicê û navçeyên stratejîk ên El Qetab û Elşeriye ji destên DAIŞê derxistine.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk dibêjin: ‘’DAIŞê awahiyên wan navçeyane bombekirine, ji ber vê jî helmeta rizgarkirina Minbicê dirêj kêşa. ‘’
Li gor zanyariyên raporta rewangeha Sûriyê ya mafê mirov; di vê helmetê de 63 leşkerên hêzên artêşa Sûriyê jî jiyana xwe ji dest dane.
Basnews
