Hêzeke PYDê dest danî ser karwana alîkariyên Rojava
Nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê di karûbarên Kurdistana Rojava de, Hemîd Derbendî ji BasNewsê re got, hêzeke PYDê dest daniye ser karwaneke mezin a şekir, birinc û çayê ku ji deriyê sînorî yê Pêşxabûr-Sêmalka re diçû Rojava.
Hemîd Derbendî diyar kir ku wê hêza PYDê karwana alîkariyê xistiye tiqûfê û bixwe jî wan alîkariyan nabin Rojava.
Nûnerê Barzanî di karûbarên Rojava de anî ziman ku ew hêza PYDê dixwaze wan alîkariyan bifroşe bazirganan û bi vî rengî hinek pere qazanc bike û got, me ji wan re gotiye nabe dest danên ser wê alîkariyê çimkî ew qûtê xelkê Rojava ye. Eger bersiva me nedin wê çaxê emê helwestek din nîşan bidin.
Deriyê sînorî yê Pêşxabûr-Sêmalka, ku roja 16ê Adara îsal hatibû girtin, destpêka meha Remezanê bi fermana Barzanî dîsa vebû.
Piştî vebûna sînor, hikûmeta Kurdistanê ragihand, ew ti gumrik û bacê ji tiştên ku derbasî Rojava dibin, nastînin. Lê li aliyê Rojava bac û gumrik tê standin.
Basnews
