Heleb – DAIŞ’ê 900 welatiyên Kurd weke dîl girtiye
Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HDS) Şervan Derwêş ji bo medya Amerîkayê ragihand ku piştî destpêkirina Operasyona Minbicê heta niha, rêxistina DAIŞ’ê nêzîkê 900 welatiyên Kurd weke dîl girtine.
Şervan Derwêş diyar kir ku DAIŞ’ê ev welatî ji bo tolhilgirtina li hember Operasyona Minbicê ragirtine û got:
“Her dema ku terorîstên DAIŞ’ê rastê şkestê dibin, tola xwe ji xelkên sivîl digrin.”
Derwêş da zanîn ku DAIŞ hindek ji wan welatiyên dîl di girtîgehan de radigre û bi hindekan jî xendekan dide kolandin.
Ji aliyê din ve Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê ku navenda wî li Brîtanyayê ye ragihand, ew 900 welatiyên dîl li bajarokê Bab ê ser bi Helebê têne girtin.
Hêjayê gotinê ye ku Operasyona Minbicê di destpêka meha Hezîranê de destpêkiriye û nêzîkê 10 rojin jî HSD’ê navenda bajarê Minbicê dorpêç kiriye.
Rudaw
