• Sunday, 22 February 2026
logo

Başûr – Partiya Şûî piştgirî da Barzanî

Başûr – Partiya Şûî piştgirî da Barzanî
Partiya Şûî (komonîst) ya Kurdistanê piştgiriya xwe bo peyama Barzanî ya li ser referandomê ragihand.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêr di peyamekê de bang li tevahiya hêz û partiyên Kurdistana Başûr kiribû, bi lez li ser mijara referandom û serxwebûnê bicivin û nehêlin ev derfet bibe qurbana nakokiyên siyasî. Peyama Barzanî dengek mezin di nav kurdan de vedabû û ew dengvedan hîn jî didome.

Yekemîn partiya ku bi eşkere guh da peyama Barzanî, Partiya Şûî ya Kurdistanê bû.

Endama rêveberiya Partiya Şûî, Haje şêx Silêman li ser peyama Barzanî ji BasNewsê re got, em piştgiriya referandomê dikin û divê referandom nebe qurbana nakokiyên partiyên siyasî.

Haje şêx Silêman her wiha got, referandom û serxwebûn, maflê gelê me ye. Ev mijareke netewî ye û nabe mirov wêya tevlî nakokî û bûyerên hundir bike.

Basnews
Top