• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Mihabadê şer: 4 leşkerên Îranê hatin kuştin!

Li Mihabadê şer: 4 leşkerên Îranê hatin kuştin!
Li bajarê Mihabadê di navebra pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) û leşkerên Îranê de şer derket.

Çavkaniyekê taybet ji Rûdawê re ragihand, îro înê li gundê Binguwên ê ser bi bajarê Mihabadê li Rojhilatê Kurdistanê şer û pevçûn di navbera pêşmergeyên PDKÎ û hêzên Supaya Pasdaran a Îranê de derketiye.

Li gorî zanyariyan, di encama şer û pevçûnan de 4 pasdarên îranî hatine kuştin û endamekî xwecihî yê pasdaran jî birîndar bûye û bo nexweşxaneya Mihabadê hatiye veguhastin.

Herwiha heman çavkaniyê ji Rûdawê re aşkere kir, ku endamekî xwecihî yê pasdarên Îranê bi navê H.S ji aliyê pêşmergeyên PDKÎyê ve bi êxsîrî hatiye girtin.

Hat zanîn, di encama pevçûnan de ti zirar negihîştiye pêşmergeyên PDKÎyê.

Supaya Pasdaran a Îranê heta niha ti daxuyanî li ser şerê îro belav nekiriye.

Rudaw
Top