• Sunday, 22 February 2026
logo

Kerkûk – 5 hezar malbatên ereb ji destê DAIŞê reviyane

Kerkûk – 5 hezar malbatên ereb ji destê DAIŞê reviyane
Rêveberiya Koçberî û Koçberan a Kerkûkê ragihand, heta niha 5 hezar malbat ji destê DAIŞê reviyane û li Kerkûkê bicîh bûne.

Berpirsê karûbarên koçberan li Kerkûkê, Emar Selah ji BasNewsê re got, di heyama du salên borî de hejmara wan malbatên ku ji deverên di bin destê DAIŞê de reviyane, gihîştiye 5 hezarî.

Emar Selah da zanîn ku beşek mezin ji wan malbatan, li kampên Yehyawe, Nizrawe û Bawe hatine bicîhkirin û got, her roj komek malbat ji destê DAIŞê direvin û derbasî Kerkûkê dibin.

Basnews
Top