• Sunday, 22 February 2026
logo

Barzanî li rewşa birîndarên Rûdawê pirsî

Barzanî li rewşa birîndarên Rûdawê pirsî
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji rewşa birîndarên Rûdawê pirsî.

Mesûd Barzanî ji ber êrişa îşev a ser Rûdawê, pêwendî bi Tora Medyayî ya Rûdawê kir û ji rewşa birîndaran pirsî û hêvî kir, ku birîndaran êrişa îşev a ser Rûdawê bi zûtirîn dem baş bin.

Saet 12:05 bi narincokê êrişî Avahiya Navendî ya Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Hewlêrê hat kirin û di encama êrişê de 3 pasevan, ajovanek û karmendekî Beşa Pêwedniyên Rûdawê ku pêşwazî li mêvanên bernameyeke Rûdawê dikirin, birîndar bûn.

Di encama êrişê de herwiha zirar gihîşt otomobîlên veguhastina zindî yên Rûdawê ku li ber avahiyê bûn.

Rudaw
Top