Konsolxaneya Erebistana Siûdî li Hewlêrê bersiva Îranê da
Li gor beyanameyekî îro 24.06.2016ê hatiye belav kirin û wêneyekî bo BasNewsê hatiye rêkirin de, konsolxaneya giştî ya Erebistana Siûdî li Hewlêrê, amaje bi vê dike ku ajansên fars roja şemiyê 20.06.2016ê nûçeya ku belav kirin de, serokê encûmena diyar kirina berjewendiyên Îranê Muhsîn Rezayî gotibû: ‘’Erebistana Siûdî şaneyên terorîst bi serokatiya konsolxaneya Hewlêrê ve bo Kurdistana Îranê birêdike.’’
Konsolxaneya Siûdî ya li Hewlêrê diyar dike, ew zanyariyên di wê nûçeyê de hatine weşandin: ‘’Bê bingehin û bi temamî ne rastin. Ew tometên li ser konsolxanê hatine kirin bi temamî em red dikin.’’
Berî naha BasNewsê ew nûçeya fermandarê berê yê sipaha pasdaran Mûhsîn Rezayî belav kiribû û gotibû: ‘’Du grubên terorîst bi fermandariya konsolxaneya Siûdî ya li Hewlêrê hatine nav xaka Kurdistana Îranê.’’
Basnews
