Netewên Yekgirtî: Dê 2 milyon û 300 hezar Îraqîyên din aware bin
Lîz Grand, rêkxera Neteweyên Yekgirtî bo karubarên mirovî ragîhand, çaverîye çend oprasyonên din li dijî Daişê li Îraqê bên kirin û ji wana operasyona rizgarkirina Mûsilê, ev jî metirsîya awarebûna du milyon û sêsed hezar kesan heye.
Daxuyanîyên Grandê di wî demî dane, ku zêdetir ji milyonek 800 hezar awareyên Mûsilê û Enbar û Dîyala li bajêrên herêma Kurdistanê akincîne, ku piranîya rêxistinên navdewletî jî şîyanên dabînkirina pêdvîyên serekî bo wan nemane.
Ji destpêka operasyona rizgarkirina Fellûce jî bêtir ji şêst û pênc hezar welatîyan aware bûne û li bin xîvetan jîyaneka dijwar derbaz dikin.
War.tv
