Osman Ocalan: Bila hêzên siyasî bi lez guh bidin peyama Barzanî
Piştî ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bang li hêz û partiyên Kurdistana Başûr kir ji bo referandom û serxwebûnê bicivin, peyama wî dengek mezin veda.
Siyasetmedarê Bakûrî Osman Ocalan, derheqê peyama Barzanî de ji BasNewsê re got, her çiqas Kurdistana Başûr pêş bikeve ewqasî ji bo doza gelê Kurdistanê girîng e, berpirstiya vê qonaxê jî dikeve ser milê Barzanî, çimkî ew Serokê Herêma Kurdistanê ye. Lewma ez gazî hêz û aliyên siyasî dikim guh bidin peyama Barzanî û li ser referandom û serxwebûna Kurdistanê, bi lez bi Bexdayê re dest bi diyalogê bikin.
Ocalan her wiha got ku êdî Iraq bi pîne û pirtikan yekgirtî namîne û pêşhat û bûyer vê yekê nîşan didin ku Iraq dê bibe sê parçe. Helbet ne tenê kurd, divê iraqî jî guh bidin peyama Barzanî çimkî Iraq bi vê rewşê nikare bimeşe.
Wî siyasetmedarê kurd diyar kir ku komployeke mezin li dijî kurdan bi taybet li dijî Kurdistana Başûr heye. Ji ber ku hinek hêz û kes bi ciddî dixwazin nakokiyan di navbera aliyan de derxînin, ji ber wê jî divê ev peyam bi lez were bicîhanîn.
Li gorî Osman Ocalan, bila hêz û aliyên siyasî gendeliyê û meseleya qanûn û Destûrê nekin hêcet çimkî piştî avabûna dewletê, ew mesele û kêşe tên çareserkirin.
Basnews
