• Sunday, 22 February 2026
logo

Parlamenterê Ewropî: Em dostê Kurd û Kurdistanê ne

Parlamenterê Ewropî: Em dostê Kurd û Kurdistanê ne
Endamê Parlamentoya Ewropayê Charles Tannock ragihand ku dostê Kurd û Herêma Kurdistanê ne û piştgiriya serxwebûnê dikin.

Charles Tannock di derbarê referandoma li welatê xwe ji Rûdawê re axifî û got, “Wekî endamekî Parlamentoya Ewropayê ji destpêkê heta niha ez piştgiriyê didim pevratiya Brîtanya Yekîtiya Ewropayê.”

Charles Tannock da zanîn ku pevratiya Brîtanya û YÊ di berjewendiyê wan de ye û got, “Ku Brîtanya li Yekîtiya Ewropayê bimîne, dê di berjewendiya me de be. Di referandomê de ji bo pêşeroja zarokên xwe, aramî û ewlehiyê divê em bibêjin erê.”

Herwiha Tannock dide zanîn ku gava Brîtanya di YEê de bimîne dikare bi şêweyekî çalak şerê li dijî DAIŞê bimeşîne û got, “Herêma Kurdistanê di bin gefa DAIŞê de ye.”

Tannock got, “Di Yekîtiya Ewropayê de dostê girîng ên Kurdan û Kurdistanê hene.”

Charles di derbarê Kurdan de axaftina xwe wisa domand:

“Em piştgiriyê didin referandoma serxwebûna Kurdistanê. Em li aliyê serxebûnê ne. Bi eşkere dibêjim; eger dostê Kurdan di YEê de nebe nikarin bibandor bin. YE piştgiriyek ji sedî sed dide serxwebûnê, ez jî pê re me. Yekîtiya Ewroayê a bihêz di berjewendiyê Herêma Kurdistanê de ye.

Em dizanin ku pirsgirêkên mezin di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de heye. Pirsgirikên Iraqê jî hene û nirxa petrolê daketiye. Bi DAIŞê re şer dike. Ji aliyê din em dizanin ku pêşmergeyê qehreman li dijî DAIŞê şer dikin.

Rudaw
Top