• Sunday, 22 February 2026
logo

Parlamenterekî YNKê: Hikûmeta Iraqê, PKKê wek rêxistineke fermî dibîne

Parlamenterekî YNKê: Hikûmeta Iraqê, PKKê wek rêxistineke fermî dibîne
Hat zanîn ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî pesnê PKKê daye û gotiye, rola wan di şerê DAIŞê de rolek qehremantî ye. Parlamenterekî kurd jî dibêje, Ebadî bi wê yekê dixwaze astengiyan li pêşiya serxwebûna Kurdistanê derxîne.

Parlamenterê YNKê li Parlamentoya Iraqê, Saman Fetah ji BasNewsê re behsa naveroka civîneke Serokwezîrê Iraqê Heyede Ebadî kir û got, di wê civînê de Ebadî pesnê şervanên PKKê da û got ku rola wan di şerê DAIŞê de rolek qehremantî ye.

Saman Fetah her wiha got, PKK li Iraqê rêxistineke qedexekirî nîne ji ber wê jî hikûmeta Iraqê mîna rêxistineke fermî pê re reftar dike.

Li aliyekî din, parlamenterê PDKê û endamê Lêjneya Asayiş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê, Şaxewan Ebdullah ji BasNewsê re got, em nizanin hikûmeta Iraqê çima alîkariya PKKê dike?!

Şaxewan Ebdullah diyar kir ku hikûmeta Iraqê bi taybet li Şingalê, alîkariya Pêşmerge nake lê alîkariya PKKê dike û got, helbet Ebadî baş dizane Kurdistan ber bi serxwebûnê ve diçe ji ber wê jî pişta hêzekê digire ku li dijî serxwebûna Kurdistanê be. Lê Ebadî vê jî baş dizane ku Herêma Kurdistanê ji Iraqê cihê bûye lewma dixwaze astengiyan derxîne, vê yekê jî li Xurmatû bi destê milîsên şîe û li Şingalê jî bi destê PKKê dide kirin.

Li gorî wî parlamenterê kurd, Ebadî dê di vê lîstokê de bi ser nekeve.

Basnews
Top