Tirkiyê li dijî çalakiyên xwekujan yekîneyeke nû ava dike
Li Tirkiyê îsal bi taybetî li Stenbol, enqere û Diyarbekirê 10 êrîşên xwekujî hatin kirin. Li gor daneyên hêzên ewlehiya Tirkiyê nêzîkî 100 xwekuj hêj nekarîn xwe biteqînîn hatine girtin. Di van êrîşên xwekujî yên ku ji aliyê DAIŞ û PKK ve hatî kirin de, bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn.
Vê hefteyê di operasyonekê de li bajarê Stenbol û Konyayê 1 xwekujê PKKê û 3 xwekujên DAIŞê hatin girtin. Li gel van kesan gelek alavên xwekujiyê, bombe û çek hatin girtin. Hat ragihandin 3 xwekujên DAIŞê xwe amade kirîbûn êrîşî çalakiya LGBTiyan bikin.
Hikumeta Tirkiyê ji ber metirsiya xwekujan û aloziyan biryar da ku, dibin sîwana hêzên ewleyihê de yekineka li dijî xwejkujan ava bike. Li gor biryarê ev yekîne dê ji yek navendê bê rêvebirin û hemî kesên girêdayî rêxistinên terorî û kesên gumanbar bişopînin.
Di vê yekîneyê de polîsên xwedî ezmûn û pispor dê kar bikin. Bi rêya avakirina vê yekineyê jî tê plankirin, xwekuj hêj êrîş pêkneanîn bên girtin û rê li ber bûyerên tund bên girtin.
K24
