• Sunday, 22 February 2026
logo

Daxuyaniya Biden li ser parçebûna Iraqê

Daxuyaniya Biden li ser parçebûna Iraqê
Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden ragihand, wî ti demî daxwaza parçekirina Iraqê nekiriye û bi baweriya wî sîstema federalî baştirîn çareser bo Iraqê ye.

Joe Biden di hevpeyvîneke kanala CBS a amrîkî de, ku hevbeşê Tora Medyayiya Rûdawê di tora televizyonên mezin ên cîhanê ENEXê de ye, behsa şerê DAIŞê û pirsgirêkên li Iraq û Sûriyê dike.

Derbarê parçebûna Iraqê de, Biden dibêje: “Ez li gel wê bûm ku Iraq bibe sîstemeke federalî û sê herêman Şîe, Sunne û Kurd. Bexda jî paytexta hemûyan be bo rêvebirina siyaseta derve û sînorê welat, herwiha her yek ji wan herêman Polîsê taybet bi xwe hebin, weke ewa ku me li eyaletên Kalîfornya û Delaver heye. Çimku ti demî Kurd amade nîne hêzeke Şîe qebûl bike û berovajiyê wê jî rast e.”

Cîgirê Serokê Amerîka red dike ku wî piştevanî li parçekirina Iraqê kiribe û dibêje, ew herdem bi federaliyê re bûye û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî heman nêrîn heye.

Di demekê de ku operasyona kontrolkirina Felûceyê de, operasyona rizgarkirina Mûsilê jî bûye mijareke germ a rojevê. Hefteya borî bi amadebûna Nûnerê Taybet ê Barack Obama di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de, Brett McGurk civîneke giring li Hewlêrê di navbera Amerîka, Iraq û Kurdistanê de derbarê girtina Mûsilê de birêve çû.

Cîgirê Serokê Amerîkayê li ser operasyona girtina Mûsilê dibêje: “Di wê proseyê de 2 xalên giring hene, ya Yekem hevpeymanên navdewletî yên me ne ku gerek werin û em bi hev re alîkar bin. Bo mînak piştî kontrolkirina Felûceyê em nehêlin ew bajar bi rûxayî û wêranî bimîne, da ku careke din komeke din a terorîstî çê nebe. Ya duyem jî ew e ku pêwîst e Iraqî bi xwe di nava xwe de rêkevtinekê bikin û alîkarê hev bin heta ku ew prose tê cîbicîkirin. Bo vê mebestê ez bi berdewamî di têkiliya navbera Serok Barzanî û Bexdayê de me.”

Beşek ji çavdêran pêşbînî dikin, ku Serokê Amerîka Barack Obama naxwaze di rojên dawî yên wê gera serokatiya xwe de operasyonên Mûsilê bide destpêlkirin û wê arîşeyê ji Serokê dahatî yê welat re bi cih bihêle.

Lê belê Cîgirê Obama dide xuyakirin, ku şer di navbera iraqiyan bi xwe de derketiye û dibêje: “Dikare ku operasyon were encamdan û niha jî generalên me bi başî kar dikin, daku rêkevtinek were kirin û bi wê yekê gund û rêyên başûrê Mûsilê bi timamî werin kontrolkirin. Piştre operasyon dest pê bike û hemû ew tişt girêdayî wê ne, ku heta çiqasî iraqî bi xwe amade ne ku hevkariya hev bikin.”

Pêşkeşvanê kanala CBS, Charles Roth ji Joe Biden dipirse ku eger hêzên Amerîka ji Iraqê nevekişabûna, DAIŞ derdiket holê? û Biden jî di bersivê de dibêje: “Me gelek hewl da ku derdora 5 heta 7 hezar leşkerên Amerîka wek rahêner li Iraqê bihêlin da ku bi Artêşa Iraqê re kar bikin û hevkariya 100 hezar leşkerên Iraqê bikin, lê belê ti kes di nav Hikûmeta Iraqê de li gel wê çendê nebû, bi wan kesên ku bi me re jî bûn yên wek Barzanî û Kurd ku biçin parlamentoyê û garantiya parêzbendiya yasayî bo leşkerên me bikin, her ji ber wê jî em li Amerîkayê amade nebûn leşkerên xwe wisa biterikinînin û bêyî wê parêzbendiyê leşkerên xwe li Irqê bihêlin.”

Li ser mijara Sûriyê jî, Biden tekezî li ser berdewamiya alîkariya Dijbereyên Sûriyê dike û dilgiraniya xwe jî li hember qonaxa piştî Esed tîne ziman.

Biden dibêje: “Ez li gel wê çendê nînim ku em destwerdana leşkerî li Sûriyê bikin. Ti demî Rûsya û Putîn serketî nînin di wê destwerdana ku li Sûriyê dikin. Ew niha di rewşek aloz de ne ku nizanin bi çi awayî xwe ji wê rewşê rizgar bikin ku xercê wê bi milyaran dolar e.”

Cîgirê Serokê Amerîka ne tenê bi destwerdana leşkerî ya Amerîka li Sûriyê re nîne, belku li gel wê çendê jî nîne, ku herêmek dijefirîn li nav Sûriyê were avakirin, ku daxwazekê sereke ya Tirkiyê ye.

Joe Biden behsa gotûbêjn xwe û Hikûmeta Tirkiyê dike û dibêje: “Hemû caran ku min serkirdeyên Tirkiyê didît, behsa wê dikirin ku çima em amade nînin alîkariya wan bikin di çêkirina devereke dijefirîn li Sûriyê de. Gilî dikirin ku em hevkariya wan nakin. Min jî ji wan re digot: Baş e hûn bi xwe hêza NATOyê ne û we çend core çekên giran hene û balafir ber destê we hene, êdî çima hûn bi xwe wî karî nakin û hêza xwe bi kar nahînin. Yekser hemû bêdeng dibûn û amade nebûn berpirsatiyê hilgirin ser milê xwe.”

Rudaw
Top