Sûpasalr ê Pêşmerge: Rê nehatîye girtin ji vegerran a danîşvan ên gund ên rizgarkirî yîn Neynewa
Ferîq Cemal Mehemed, supûasalar hêz a Pêşmerge yê Kurdistanê, bi malperr a Kurdistan 24 ragehand: Çi biryarek ji alî yê serkirdatî ya Herêm a Kurdistanê ne hatîye dan, ku rê bihê girtin ji vegerran a xelk ê derdor ên Mûsilê û gund ên rizgakirî yê parêzgeh a Neynewa bo ser gund û mal û hal ên xwe û ew dijî her biryarek a bi vî awayî ne.
Herweha got: Ew gund ên berê li dever ên Rebîe û derdor ê wê hatibûn rizgarkirin xelk ê gund û wê deverê vegerryane cih ên xwe û rê ji kes nahatîye girtin. Eger çend deverek yan gundek danîşvan ên wan nevgerra bin wata wê ne ewe ku Pêşmergeyan rê ji wan girtine, belkû hinek ji wan hev sozin li gel Daişê û di dem a rizgarkirin a dever ên wan li gel Daişê revîyane. Yan jî harîkar ê serekîyê Daişê bûne û dest ên waa bi xwîn a xelk ê deverê sor bûye û pişkek bûne ji Daişê.
Evro endam ê Civat a parêzgeh a Neynewa û fermande ya hêz a Newadir a ser bi Heşd a Nîştîmanî, Ebdulrehîm Şemerrî bi mêdya yên hindûrî yên Îraqê ragehandibû ku Pêşmege nahêlin xelk ên wan gund ên rizgarkirî vegerrin ser mal û hal ên li wan gund ên rizgarkirî.
K24
