Teqîna xwekujî li Hewlêrê - Ji 7 kesan re biryara îdamê derket!
Îro çarşemî Dadgeha Tawanan a Hewlêrê derbarê teqîna xwekujî ya pêrar a Hewlêrê de biryar derxist.
Li gorî biryara dadgehê , bo 7 bikerên teqîna xwekujiya roja 19ê Mijdar a sala 2014an ku bi awayekê rasteras dest di teqînê d ehebûn û serpireştiya plandanîn û encamdana êrişê kiribûn, cezayê îdamkirinê hatiye birîn.
Herwiha ji 5 kesên din re jî dadgehê biryara zîndanîkirina heta hetayî da.
Li gorî vê biryarê, ji her yek ji tawanbaran, Hesen Fazil Ezîz, Mihemed Ebdulhisên Ellawî, Senger Mecîd Ebdullah, Zeydûn Hemûd Yasîn, Dilşad Semîn Cebar, Yehya Ebdullah Mihemed û Xalid Mizahim Ebdulkerîm re biryara îdamê derketiye.
Di biryara dadgehê de herwiha hatiye, her yek ji tawanbaran Mihemed Hemûd Yasîn, Ehmed Mehmûd Hisên, Cemal Mizher Mesûd, Ehmed Ednan Hesen û Mihemed Burhan Kerîm jî bi zîndana heta hetayî hatine cezakirin.
Di roja 19ê Hezîran a sala 2014ê de rêxistina DAIŞê bi rêya otomobîleke bombekirî teqêneke xwekujî li nêzîkî Avahiya Parêzgariya Hewlêrê pêk anî.
Piştre Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, ku encamder û plandanerên teqîna xwekujiya li Hewlêrê hatin girtin.
Rudaw
