Heşdî Şebî gefa kuştinê li kurdên Xurmatû dike
Ehmed Şêx Lengerî ji BasNews re ragehand: “Çekdarên milîsên ŞÎe û di riya daxuyaniyekê re gefan li kurdên taxa Eskerî li bajarokê Xurmatûdikin.”
Herwiha got: “Di daxuyaniyê de kudên taxa Esekrî hatine agahdar kirin ku divê di maweyê 24 seetan de divê ew vê taxê çol bikin.”
Şêx Lengerî eşkere kir ku, di daxuyaniyê de hatiye: “Heger hûn dest ji taxa Eskerî bernedin hûn dê rastî kuştin û revandinê bên.” Herwiha tekez kir ku, li dawiya daxuyaniyê nivîne “Lebeyke ya Hisên”
Basnews
