Referandumê dest pê kir
Îro saet 09:00 li gorî dema Hewlêrê û saet 07:00 li gorî dema Londonê referanduma seranserî li Birîtanya dest pê kir.
Ji destpêka sibehî ya îro ve deriyên navendên dengdanê hatin vekirin û xelkê Birîtanya ber bi sindoqên dengdanê ve çûn, da ku bi dengên Na yan jî Erê qedera xwe û welatê xwe diyar bikin.
Referandum taybet bi man an jî cudabûna Birîtanya ji Yekîtiya Ewropayê ye. Di referanduma îro de ev pirsyar li xelkê tê kirin: Gelo Birîtanya gerek wek endamê Yekîtiya Ewropa bimîne an jî ji Yekîtiya Ewropa derkeve?”
Li 382 deverên Birîtanya sindoqên dengdanê hatine danîn, da ku zêdetir ji 46 milyon dengderên wî welatî mafê xwe yê dengdanê bi kar bînin.
Dema dengdan bo vê referandumê ji saet 07:00 sibehî heta 22:00 li gorî dema Londonê ye.
Lidarxistina vê referandumê piştî 4 meh kampînên alîgir û dijberên cudabûna Birîtanya ji Yekîtiya Ewropa tê.
Ji referanduma derketina Birîtanya ji Yekîtiya Ewropa re Brexit tê gotin, ku kurtkiriya her du peyvên Britani û Exit e.
Rudaw
