Norwec amadekarî dike leşkerên xwe bişîne Sûriyê
Hikûmeta Norwecî derheqa hinartina leşkeran de jibo Sûriyê di çarçeva şerê li dij DAIŞê de radigehîne ku, parlamenê Norwecê roja çarşemê daxwaznama hikûmetê erê kir, şandina leşkeran jibo rahênan û perwerdeya Sûriyên şerê DAIŞê dikin, piştî wan ev daxwaz di meha pêncan de pêşkeşî parlamenê kir bû.
Wezîra berevaniya Norwecî Ine Marie Eriksen Søreide di daxuyaniyekê de dibêje, hêzên xwecihî (Hêzên Sûriya Demokrat) yên ku li herêma şer li hember çekdarên DAIŞê şer dikin, pêşde diçin û bidestxistina serkeftinên wan di pêşbînîya me de nebûn, jiber vê yekê hevpeymanan xistiye di bernama xwe de ku, bêhtir piştevanî li wan bê kirin û rahênan û perwerdeya leşkerî bidin wan, weke wezîra berevaniyê dibêje.
Norwec plan dike ku, vê havînê 60 leşkerên xwe bişîne Urdonê da ku rahênanan bi wan hêzên Sûrî bike yên ku şerê DAIŞê dikin.
Niha 120 leşkerên welatê Norwecê li Îraqê hene, karê wan taybete jibo rahênan û perwerdeya leşkerên xwecihî, yên ku şerê DAIŞê dikin.
Basnews
