Barzanî lidûvçûnê bo kuştina zaroka 1.5 salî dike
Bavê Mînayê, Mêvan Mihemed di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi rêya telefonê sersaxî ji me re xwest û soz da ku bi xwe lidûvçûnê bo dosyaya kuştina Mînayê bike.”
Bavê Mînayê pêştir di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re gotibû, Bila Serokê Herêma Kurdistanê Mînayê weke neviyê xwe bihesibîne û kesê tawanbar bigihîne ceza bike.
Roja 9ê Hezîran a 2016ê zarokek keç a temen 1.5 salî bi navê Mîna Mêvan Mihemed li Taxa Serhildan a bajarê Dihokê winda bû û piştî 10 rojan cenazeyê wê li gundê Ber Aş hat dîtin.
Rêvebirê Giştî yê Polîsê parêzgeha Dihokê, lîwa Tariq Ehmed di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Kesûkarên wê zarokê her ji destpêkê ve guman li xizmeke xwe hebûn û piştî lêkolînên polîs, derket holê ku ew zaroka sava ji aliyê heman kesî ve hatiye revandin û piştre hatiye kuştin.”
Belavbûna nûçeya kuştina wê zaroka 18 mehî nerazîbûnek mezin di nav civaka Başûrê Kurdistanê de û bi taybet li parêzghea Dihokê çê kir.
Li se torên civakî jî kampînek hatiye destpêkirina, ku tê de daxwaza sêdaredana bikujê Mînayê hatiye kirin.
Rudaw
