• Sunday, 22 February 2026
logo

Serok Barzanî: Divê civaka navdewletî bi cidî alîkariya pêşmerge bike

Serok Barzanî: Divê civaka navdewletî bi cidî alîkariya pêşmerge bike
Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya balyozê New Zelandayê yê Iraqê û alîkarê balyozê Ustraliya yê Iraqê û şandên li gel wan kir.

Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî îro pêşwaziya komek dîplomatên biyanî yên li Iraqê kir ku ji balyozê New Zelanda James Murno, alîkarê balyozê Ustraliya Jonathan Gilbert û hinek dîplomatên din pêk hatibû.

Di hevdîtinê de James Murno û Jonathan Gilbert behsa mêrxasî û serkeftinên Pêşmerge di şerê DIŞIê de kirin û gotin, Pêşmerge bi nûnertiya hemû cîhanê şerê DIŞIê dike û ew rêxistina terorîstî şikandiye.

Di berdewamiya hevdîtina han de dîplomatên biyanî jî kêfxweşiya xwe li ser wê yekê nîşan dane ku welatên wan li kêleka Kurdistanê û Pêşmerge, şerê DIŞIê dikin.

Di dirêjahiya civînê de Serok Barzanî behsa şerê DIŞIê û mêrxasiya Pêşmerge de vê şerî de kiriye û gotiye, DIŞI dijminê azadî û mirovahiyê ye û li her cihê ku azadî û mirovahî hebe, êriş dike. Ji ber wê jî divê civaka navdewletî di vî şerî de bi ciddî alîkariya Pêşmerge bike.
Top