Fermandeyekî PDKÎ: 3 pêşmergeyên dîl ji aliyê pasdaran ve hatine şehîdkirin
Di heyama çend rojên borî de li gundekî bajarê Şino yê Kurdistana Rojhilat, di navbera pêşmergeyên PDKÎ û pasdarên Îranê de şer derketibû. Di wî şerî de gelek pasdar hatibûn kuştin her wiha hinek pêşmerge jî şehîd bibûn.
Li gorî ku tê gotin, 6 pêşmerge di şerê Şino de şehîd bûne lê heta niha ji aliyê PDKÎ ve hejmara şehîdan nehatiye ragihandin.
Endamê Meclisa Leşkerî ya PDKÎ, Kawe Behramî derheqê şerê Şino de agahiyên balkêş da BasNewsê û got, bi qasî ku em dizanin di şerê Şino de tenê 3 pêşmerge şehîd bibûn û 3 pêşmerge jî êxsîr ketibûn destê pasdaran.
Kawe Behramî her wiha got, eger şehîdbûna 6 pêşmergeyan rast be wê çaxê ew her sê pêşmergeyên dîl ji aliyê pasdaran ve hatine şehîdkirin. Ew li hember canê pêşmergeyên me berpirsiyar in.
Wî rayedarê PDKÎ gazin jî li hinek dezgehên medyayî yên kurdî kir û got, mixabin hinek dezgehên medyayî yên kurdî heman wêne û dîmenên ku ji aliyê komara îslamî ve hatine belavkirin, belav dikin. Ev nerast e çimkî rêjîma Îranê dixwaze bi agahiyên xelet û derew, rastiyan çewt nîşan bide.
Basnews
