• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Rojava PYDê bi hêzek çekdar girte ser baregehên ENKSê

Li Rojava PYDê bi hêzek çekdar girte ser baregehên ENKSê
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi hêzek çekdarî girte ser baregehên Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê (ENKS) û çend kes ji endamên ENKSê destgîr kirine.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriyê (PDKS) Dr. Kawa Ezîzî ji BasNews re ragehand: “Li bajarê Amûdê û Dêrikê hêzek mezin ser bi PYDê ve bi çekan girtine ser baregehên ENKSê û du endamên wê jî destgîr kirine.”

Herwiha got: “PYDê ji xwe pêve ti aliyekî din li Rojava ne dibîne û ne qebûl dike û niha jî dest bi fişarê kiriye li ser ENKSê û alîgirên wê.”

Basnews
Top