• Saturday, 21 February 2026
logo

Komela Îslamî pişta rêkeftina Gorran û YNKê girt

Komela Îslamî pişta rêkeftina Gorran û YNKê girt
Komela Îslamî ya Kurdistanê (Komel) piştgiriya xwe ji bo rêkeftina navbera YNK û Gorranê nîşan da û ragihand, heta ew rêkeftin bi xêra xelkê Kurdistanê be dê piştgirî bikin.

Şandeke hevbeş a YNK û Gorranê duh bi rayedarên Komelê re hevdîtin kirin. Piştî civînê, berdevkê Komelê, Rêbwar Hemed ji rojnamevanan re got, YNK û Gorranê behsa rêkeftina xwe ji me re kirin, me jî nêrînên xwe li ser rêkeftinê ji wan re got.

Rêbwar Hemed anî ziman ku Komela Îslamî piştgiriya rêkeftinê dike bi mercê ku ew rêkeftin di xizmeta xelkê Kurdistanê de be û ne ji bo parvekirina desthilat û serweta xelkê be.

YNK û Gorranê, roja 17ê Gulana îsal rêkeftina xwe îmze kirin. Ji nav 5 partiyên sereke yên Kurdistana Başûr de, heta niha tenê PDK bi eşkere dijîtiya xwe li hember rêkeftinê aniye ziman. Helwesta Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê jî nayê zanîn.

Basnews
Top