Erdogan: Operasyonên li dijî PKKyê nahên westandin
Erdogan di dem a xwarina fitarê de ku duhî şevê dabû balyozan axifî û da zanîn ko têkoşîna wan a li dijî terorê dê her berdewam bike. Ew bi ti awayî gavên vê têkoşînê lawaz bike navêjin. Dê PKK an dev ji çekan berde û çekan binerd bike an jî dê ji Tirkiyeyê derbikeve. Wekî din ti rê nemaye. Erdogan di axaftina xwe de herwiha rexne li Yekitiya Ewropayê jî girt û ragihand ko hin caran Yekitiya Ewropayê li dijî Tirkiyeyê tevdigere. Ew ji ber vê rewşê xemgîn dibin. Pêwîst e Yekitiya Ewropayê û Tirkiye li ser armancên xwe yên stratejîk yên hevpar hûr bibin.
